Qala berxwedana dîrokî kirin

Endamên Hêzên Ewlekariya Hindûr Rûken Penaber û Avesta Heleb ên şahidiyê ji berxwedana dîrokî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re kirin û di êrişê de birîndar bûn, behsa wan kêliyên dîrokî kirin.

Navenda Nûçeyan – Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di seranserî Şoreşa Jinan de rûxmê gelek êrişên çeteyên mîna El- Nusra û DAIŞ’ê bi berxwedanekî mezin hebûna xwe ya li dora jiyana komînal ava kir û 15 salan parastina vê kir. Her dû taxên ku piranî Kurd lê belê gelek netewên cûda lê dijiyan, di 6’ê Çileya 2026’an de rastî êrişek pir giran a çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk hat. Li dijî 42 hezar çeteyan li her du taxan berxwedanekî bê hempa hat nivîsandin.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hindûr Rûken Penaber û Avesta Heleb ên şahidiyê ji berxwedana dîrokî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re kirin û di êrişê de birîndar bûn, behsa wan kêliyên dîrokî kirin û pirsên edîtora ajansa me Bêrîvan Înatçî bersivandin.